Afrîn/Rojava – Banga çalakiyê ji bo hemû rêxistinên ekolojîk ên navneteweyî!

08.02.2018, Amed (Amed)

Êrîşa dewleta Tirk a li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ketiye roja xwe ya 20’an. Ev şerê hovane li Tirkiye û cîhanê fikarên cidî yên aştîxwaz û alîgirên aştiyê zêde kiriye. Şerê li dijî Efrînê bandoreke giran li hemû beşên civakê dike û metirsiya koçberkirina hejmareke zêde ya xelkê û xirabkirina aramiya herêmê. Her roj wendahiyên sivîl zêde dibin û bi deh hezaran kes bi zorê koçber dibin.

Şer li ser jîngeh û tenduristiya mirovan wêraniyeke bêsînor çêdike. Berdewamiya vê êrîşa li ser Efrînê wê bibe sedema wêraniyeke bêveger a jîngeha xwezayî. Nûçe gihişte me ku beriya niha bi deh hezaran darên zeytûnan zirar dîtine yan jî hilweşiyane. Hefteya borî bombeyên ku ji hewayê hatin avêtin, bendava Meydankî xisareke wisa kir ku êdî ava vexwarinê nade bajarê Efrînê. Ger ev bendava mezin bi tevahî bişike, dibe ku hejmareke berçav a mirov, mal û debara jiyanê wêran bibin. Divê em bi zelalî berpirsên destpêkirin û domandina vê pevçûnê şermezar bikin da ku ji zirarên bêhempa li cîhana mirovî û xwezayî nekevin.

Em bang li hemû kes û rêxistinên cîhanê yên ku li ser mirovahî, aştî û jîngehê bi fikar in, dikin ku bi hev re rabin û zextên navneteweyî li ser dewleta Tirk bikin.

Werin em vî şerî bidin sekinandin!

Navê şerê li Efrînê bi operasyona ‘çiqlê zeytûnê’ ku di dîrokê de sembola aştiyê ye, berdewamiya hewldanên manîpulekirina rastiyê nîşan dide. Di şerê Sûriyê de gelek tawanên li dijî mirovahiyê hatin kirin, bi taybetî ji aliyê pêkhateyên bi navê “Dewleta Îslamî” û El Qaîde. Bikaranîna komên bi vî rengî di êrîşa li ser Efrînê de li ber çavên cîhanê giraniya rewşê nîşan dide.

Werin em bi hev re bi gelê Efrînê re bêjin cîhaneke din mumkun e!

Têbînî ji bo edîtoran:

Email: mehdiplo@riseup.net

www.mezopotamyaekoloji.org